Li navça Kaxizman a Qersê bi çekan li hev xistin: 3 birîndar

Li navça Kaxizman a Qersê bi çekan li hev xistin: 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Qarsê li navça Kaxizmanê li gundê Denizgölü ku navê gund yê bi Kurmancî nehat zanîn, ji ber hilbijartina muxtariyê an ku keyatiyê di navbera du terefan de munaqeşe derket û muneqeşe bû pevçûna bi çekan. Di encamê de 3 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan xerabe.

Li ser bûyerê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Kesên bi navên Kasım T, İsmail T. û Yunus D. ku di bûyerê de birîndar bûn, wan birin nexweşxana dewletê ya Kaxizmanê.

Birîndarê rewşa wî giran Kasım T. paşî birin nexweşxana dewletê ya Harakani. Tîmên cendirmeyan li gund û dora nexweşxanê tedîran sitendin.