Li Şirnexê 2 leşker can dan û 2 leşker jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Şirnexê alava leşkerî ya aîdê Tûxaya komandoyê ya Şilyanê (Çakırsöğüt) li Çiyayê Gabarê li gundê Şerefiyê (Kayaboyun) ji kontrola ajotvan derket û qelibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendirmeyan û tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Li ciyê bûyerê leşkerekî can da û 3 ji wan birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya bi navê Şehit Aydoğan Aydın.
Leşkerên jiyana xwe ji dest dane çawîş Mustafa Şen û çawîş Ensar Enes in.