Mesûd Barzanî serdana kampa ciwanan a herêma Barzan kir

Mesûd Barzanî serdana kampa ciwanan a herêma Barzan kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî doh serdana kampê kir û ji nêzîk ve şopandina rewşa wê kampê ku li devera Barzan hatiye avakirin ji bo dayîna kûrsan bo ciwanan.

Serok Mesûd Barzanî serdana kampa ciwanan kir ku li herêma Barzan taybet ji bo ciwanên Rojava hatiye avakirin.

Kampa navborî ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve di çarçoveya pêşkêşkirina kûrsên geşepêdana mirovî bo ciwanan tê birêvebirin.

Xebat û çalakiyên li kampê serdanên meydanî yên bermahiyên dîrokî, dersên teorîk, hînkirina mijarên girêdayî parastina jîngehê û jiyana hevbeş in.

Di çarçoveya bernameyê de kar û xebatên Dezgeha Alîkariya Barzanî ya li Rojava weke înfografîk hat pêşkêşkirin.