Mesrûr Barzanî: Bi hêviya jiyaneke hêja û baştir roja karkeran pîroz be

Mesrûr Barzanî: Bi hêviya jiyaneke hêja û baştir roja karkeran pîroz be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozkirina Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî 1ê Gulanê de got: “Em erk û rola karkerên Kurdistanê bilind dinirxînin.”

Mesrûr Barzanî roja karkerên Iraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: “Em bi minasebeta roja karkeran a cîhanî, pîrozbahiyê li tevahiya karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Erk û rola berçav a karkerên Kurdistanê ya di warê avedankirin û bipêşxistina aboriya Kurdistanê de bilind dinirxînin.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser rewşa karkeran û wiha pê de çû: “Em pabendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo baştirkirina jiyana karkeran û parastina mafên wan bi taybetî di warê tenduristî, silametiya pîşeyî û dabînkirina mafên wan ên bingehîn dubare dikin. Roja karkeran a cîhanî pîroz be û bi hêviya jiyaneke hêja û baştir ji bo karkeran.”