Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 1ê Gulanê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê 1ê Gulanê pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ku bi helkefta 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran hat belavkirin, daxwaz ji aliyên peywendîdar kir, ku xema malbatên wan karkerên ku di kar de jiyana xwe ji dest dane, bikin.

1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê ya Cîhanê li hemû cîhanê bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin.

Bi vê boneyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand, ez ji dil û can bi helkefta Cejna Karkeran li hemû karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim û hêviya aştî, aramî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.

Di berdewamiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêzanînên xwe ji bo keda xebatkaran û rola wan ya çalak di proseya avadankirinê de heye û got, "Ez tekezî li ser pêwîstiya qanûnek pêşkeftî û nûjen dikim ku wê jîngehek kar û jiyanek çêtir ji çîna karker û malbatên wan re çêbike, û piştgiriya berdewam ji hemî maf û daxwazên wan ên rewa re."

Nêçîrvan Barzanî bang li sendîka û rêxistinên karkeran kir ku di warê parastina mafên xwe û başkirina rewşa jiyanê de bi erka xwe rabin û wiha got:

“Ji bo misogerkirin û parastina mafên kedkaran baştir bixebitin, zêdetir têbikoşin û derfetên kar ên wekhev peyda bikin. Divê aliyên pêwendîdar jî piştgiriyê bidin malbatên karkerên di kar de jiyana xwe ji dest dane û girîngiyê bidin başkirina şert û mercên jiyana wan."