Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan hate ragihandin

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ya li gel Erdogan hate ragihandin

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrguliyên naveroka civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandin.

Hikûmetê diyar kir ku di civînê de li ser gringiya çareserkirina bi danûstandinan û li ser bingehên destûrî ya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê hatiye rawestan.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, piştî ku di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de çû Bexdayê û li wê derê bi rayedarên payebilind ên Iraqê re civînan pêk anî, duh êvarê derbazî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Frokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Recep Tayyip Erdogan û şanda pê re kirin.

Erdogan, li Hewlêrê li gel Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civînek pêk anî. Piştî civînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê naveroka civînê aşkere kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin ku piştî pêşwazîkirinê, civîneke hevbeş a bi beşdariya gelek berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatiye û di civînê de pêşxistina peywendiyên dualî û geşedanên dawî yên li Rojhelata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku her du alî li ser gringiya parastina ewlehî û aramiya herêmê û bi rêya danûstandinan û çarçoveya destûrê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de hemraman bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser pêşxistina hemahengî û hevkariya di warê bazirganî û pêşxistina veberhênanê de lihevkirinek pêk hatiye.