Peyama 1ê Gulanê ya Serokwezîr Barzanî

Peyama 1ê Gulanê ya Serokwezîr Barzanî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyameke nivîskî 1ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya 1ê Gulanê de got, “1ê Gulanê Cejna Karkeran ji dil û can li xebatkarên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez erk, xebat û rola bilind a xebatkarên me di pêşxistin û avakirina aboriya Kurdistanê de bilind dinirxînim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ev tişt anî ziman:

“Bi vê minasebetê em biryardariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina rewşa jiyana karkeran bi taybetî di warê tenduristî û ewlehiya kar de dubare dikin. 1ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz be, ji bo kedkaran jiyaneke xweş dixwazim."

Wek li gelek welatên cîhanê, li Herêma Kurdistanê jî 1ê Gulanê Cejna Karkeran wek cejna fermî ye.