Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye

Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye

PeyamaKurd – Bi sedema aşît û barîna berfê 130 roje ku rêya bajarê Wanê û Miksê (Bahçesaray) girtiye. Tîmên vekirina rê ji bo rê vekin, xebatên wan dewam dikin. Rêya Wanê û Miksê ji 22.12.2023an heya niha girtiye.

Li hinek deveran qaliniya berfê ji 3 metreyî heya 5 metreyî heye. Li ‘Buhira Garabêt’ ku ji deryayê 3 hezar metre bilinde xebatên vekirina rê dewam dikin.

Ji ber rêya navbera Wanê û Miksê girtibû heya niha erebe di ser rêya Hîzan a Bedlîsê de diçûn navça Miksê.