Rêveberiya Xweser: Peymana 10ê Adarê bi piştgiriya navneteweyî tê cîbicîkirin

Rêveberiya Xweser: Peymana 10ê Adarê bi piştgiriya navneteweyî tê cîbicîkirin

PeyamaKurd – Hevserokê Komîteya Danûstandinê ya Rêveberiya Xweser, Ebd Hemed el-Mehbaş, di civînekê de li bajarê Tebqayê ragihand ku ji bo serkeftina peymana di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hewldanên mezin ên navneteweyî hene. El-Mehbaş destnîşan kir ku bi taybetî Amerîka, Fransa û Erebistana Siûdî roleke çalak di pêkanîna vê lihevkirinê de dilîzin.

El-Mehbaş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina hikûmeteke demokratîk û sivîl ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike. Her wiha, wî gotinên nefretê û teşwîqkirina tundûtûjiyê ya ji her du aliyan şermezar kir û daxwaz kir ku medya û saziyên olî berpirsiyarî hildin ser milên xwe.

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku vegera bi mîlyonan sûriyeyiyên koçber ji bo nûavakirina welat "pêşîniyeke neteweyî û exlaqî" ye. El-Mehbaş diyar kir ku bêyî vegera xelkê bo ser mal û milkên wan, tu projeyên siyasî yên pêşerojê bi ser nakevin. Li gorî wî, serkeftina Peymana 10ê Adarê niha bi cîbicîkirina wê ya pratîkî ya li ser erdê ve girêdayî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin