Reîsî bo Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin heyameke nû di têkiliyan de bidin destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Reîsî bo Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin heyameke nû di têkiliyan de bidin destpêkirin

PeyamaKurd - Malpera Serokatiya Komara Îslamiya Îranê derbarê hevdîtina îro 6ê Tebaxê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di civînê de Îbrahîm Reîsî ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, “Îro rewşeke guncav çêbûye ku li ser bingeha hevbeşiya dîrokî û kulturî, me pêwendî û hevkariya bihêztir û pêşketîtir di beşên cur bi cur de û di çarçoveya geşeya aborî de hebe.”

Reîsî ji Nêçîrvan Barzanî re ragihandiye, “Em rijd in ku heyameke nû di têkiliyên aborî, çandî û siyasî de di navbera Herêma Kurdistanê wek beşek ji Iraqê û Îranê de hebe.”

Li gor malpera Serokatiya Îranê, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokomarê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî re gotiye, “Em hêvîdarin bi hatina hikûmeta Îranê ya nû, ew peywendiyên ku me niha hene di hemû waran de pêş bikevin, çimku zemîneke guncav heye ji bo bihêzkirin û zêdetirkirina pêwendiyan bi taybet di asta pêwendiyên aborî û bazirganî de.”