Şanda Amerîkî: Piştgiriya me wê ji bo Kurdistanê berdewam be

Şanda Amerîkî: Piştgiriya me wê ji bo Kurdistanê berdewam be

PeyamaKurd - Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya şanda Senatoya Amerîkayê kir. Şandeyê balkişand li ser wê yekê ku piştevaniya Amerîka ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê wê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya komek şandên Senatoya Amerîkayê kir ku ji Senatorên Amerîkî Johnny Ernst û Senator Ted Budd pêk dihat.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di civînê de, pêşxistina peywendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Şanda Senatoyê balkişand li ser wê yekê ku "Amerîka girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê wek hevpeyman", şanda Senatoyê tekez kir ku wê piştevaniya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Şanda Amerîkayê rola Hêzên Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê û parastina aramî û aramiya Iraqê de bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Senato û Kongresa Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Bexda û Hewlêr dixwazin hevkarî û pêwendiyên ligel Amerîkayê pêş bixin.