PeyamaKurd – ENKS dixwaze PYD û hevalbendên wê dest bi danûsitendinên ser masê bikin. Şandêrê Amerîkayê hewlên xwe bo danûsitendinên her dû aliyan zêdetir kiriye. Roja şarşema çûyî, David Brownstein ligel heyetekî ENKS civiya û vê mijarê gotûbêj kir.
Li gor ragihandina Rûdawê; di civînê de ENKS xwestiye PYD daxwuyaniyên li dijî ENKS ê, lêpirsînan li dijî wan rawestîne û ji ciyê ku lê mabûn, hevdîtinan dewam bikin. Hemû şertên xwe bi nameyekî bo bigihînin fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Kobanî, şandine.
Nûnerê Amerîkayê David Brownstein soz daye bo hevdîtin destpêbikin dê bersiva Mazlûm Kobanî di rojên nêz de radestî ENKS ê bike.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanî û Endamê serokatiya ENKS Silêman Oso, bo radyoya Rûdawê gotiye ku, Amerîkiyan soz daye ku dê nehêlin tiştên ku berê bûne sedema rawestandina danûstandinan, dubare bibin. Silêman Oso gotiye ku rewş bo danûstendinan erêniye.
Di her du astên yekem û duyem de, herdu alî li ser nêrîneka siyasî ya hevbeş, pêkanîna tevgerekî siyasî- Kurdî û li ser hin xalên girêdayî rêveberiya hevbeş li hev kiribûn. Lê demekî dirêje ku danûsitendinên navbera ENKS ê û PYD ê rawestiyabûn.