VÎDEO | Xelkê Kobaniyê dewriyeya Tirkiyê da ber keviran û protesto kir

Dîroka Weşanê :
VÎDEO | Xelkê Kobaniyê dewriyeya Tirkiyê da ber keviran û protesto kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê de, îro Rûsya û Tirkiyeyê li Kobaniyê dewriyeyeke leşkerî pêkanîn û xelkê Kobaniyê bi keviran wesayîtên dewriyeya leşkerî yên tirk protesto kirin.

Dema ku dewriyeya Rûs-Tirk li dorûbera gundê Qeremoxê (li kûrahiya 5 km sînorê Tirkiyê) derbas dibû, xelkê Kobaniyê kevir û demirên ber destê xwe avêtin wesayîtên leşkerî yên Tirkiye û Rûsya û ew protesto kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî rêkeftina Soçî ya navbera Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan de, herdu aliyan li ser vekişîna hêzên Kurd ji herêmên sînorî li hev kiribû û herwiha heta kûrahiya 10 km jî biryara dewriyeyên hevbeş wergirtibûn.

Beriya niha jî di yekem dewriyeya li dorûbera Dirbêsiyê dîsa xelkê kevir û bacanên xirabûyî avêtibûn dewriyeyê û ew protesto kiribûn.