Xwendekarên Mûşî agirkuja hişê çêkirî çêkirin

Xwendekarên Mûşî agirkuja hişê çêkirî çêkirin

PeyamaKurd - Xwendekarên ji Mûşa Bakurê Kurdistanê projeyeke hişê çêkirî ya vemirandina agir çêkir.

Pêşangeha 18emîn a Herêmî ya Pêşbaziya Lêkolîn û Projeyê ya Xwendekarên Dibistana Navîn, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Xwendekarên ji Mûşê di pêşangehê de bi projeya xwe ya hişê çêkirî ya tesbîtkirin û vemirandina agirê daristanan bi ser ketin.

Xwendekarên ji Mûşê yên biserketî dê 26ê Gulanê li Enqereyê beşdarî fînala pêşbaziya projeyê ya TUBÎTAKê bibin.

Nûdema ji Mûşê diyar kir ku wê dîzayna cîhazê kiriye û got:

“Min dîzayna vê cîhazê kir. Min ev bi rêya Tinkercadê kir.

Tinkercad bernameyeke dîzaynê ye.

Min hinek dîzaynên amadekirî wergirtin lê bi giştî dîzaynên min in."

Proje ji aliyê 3 xwendekaran ve bi piştgiriya mamosteyan wekî karekî hevbeş di sal û nîvekê de hatiye amadekirin.

Xwendekar Eymen Hamza Turk wiha behsa karê xwe kir:

“Karê montaja projeyê min kir. Karê elektrîkê jî min kir.

Min hemû xerîteya cîhazê bi hev ve girêda û cîhaz bi hev xist.”

Li gorî projeyê, cîhaza hişê çêkirî ku bi sîstema avê hatiye girêdan li ser stûnên elektrîkê yên daristanan tê danîn.

Dema li daristanê agir derdikeve bi rêya kamerayan tesbît dike û yekser sîstema avê dest bi vemirandina agir dike û navenda çavdêriyê agahdar dike.