PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu, îro 1ê Hezîranê ji bo nirxandina hilbijartinên 14ê Gulanê û 28ê Gulanê bi Lijneya Navendî ya Partiyê re civîneke ku 4,5 saetan dom kir li dar xist.
Piştî civînê hat ragihandin ku encamên hilbijartinan û nexşerêya nû ya CHPê hatiye nirxandin.
Herwiha di civînê de, hemû endamên Lijneya Navendî îstifaya xwe pêşkeş kirin ku hat diyarkirin, dê piştî civîna roja Şemiyê jî kesên nû bên peywirdarkirin.
Di raya giştî ya Tirkiyê de, ev pêngava CHPê wekî destpêkirina pêvajoya kongreyê hate şîrovekirin.