PeyamaKurd- Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, piştî encamên hilbijartinê banga xwe ya 'guhertinê' dubare kir.
Ekrem Îmamoglu, li ser pirsa “Gelo tu namzedê Serokatiya CHPê yî yan na?" got ku
"Tenê tiştek heye ku ez jê re namzed im; li welatê me jî wekî li Stenbolê guhertineke mezin çêbibe."
Îmamoglu, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser nêrîna xwe ya guherînê û got ku
“Çawa ku guhertina li Stenbolê encameke gelek baş da, ez bawer im ku ev guhertina di siyasetê de bi taybetî di nav opozîsyonê de û ev çirûska ku ji partiya me dest pê kir, dê gelek Tirkiyeyê were.
Ji bilî helwêsta min a berdewam li ser ekranên televizyonan an mîkrofonan, ez xelet dibînim ku ji ser ekranan peyaman ji serokê partiya xwe re yan jî endamên din ên partiya xwe re bişînim.”