PeyamaKurd – Li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, terorîstên DAIŞê êrîşek pêk anîn û di encamê de 3 polîs birîndar bûn.
Li gor berpirsê polîsê bajarokê Hewîce Fetah Mehmûd diyar kiriye, şeva borî li gundê Aliye yê nahiya Riyaz ya Hewîcê, terorîstên DAIŞê êrişî hêzên polîs kirin.
Herwiha efserê polîs eşkere kir, di wê êrîşê de 3 polîs birîndar bûn. Birîndar birin nexweşxaneya Kerkûkê.