PeyamaKurd- Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Lezgîn Martin Griffiths ragihand ku wan 9 milyon dolar ji fona alîkariya lezgîn a Neteweyên Yekbûyî ji bo Xezayê veqetandin.
Martin Griffiths ragihand ku 9 milyon dolar ji UNICERFê Fona Alîkariya Rewşa Lezgîn a NYyê hatiye dayîn û got,
“Li herêmên Filistînê yên dagirkirî, rewşa mirovî gav bi gav ber bi xirabiyê ve diçe. Me ev fon ji bo UNCERFê veqetand da ku alîkariyê lezgîn pê bên dabînkirin.”