PeyamaKurd – Di îsyana li girtîgeheke welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr derket de 18 kesan can dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Di îsyana ku li girtîgehên din belav bû de herî kêm 96 gardiyan ji aliyê girtiyan ve dîl hatin girtin. Serokê Ekvadorê Guillermo Lasso li girtîgehên li welêt ji bo 60 rojan rewşa awarte ragihand.
Di bûyeran de 18 kesan can dan û 11 kes jî birîndar bûn. Gelek girtî dest bi greva birçîbûnê kirin.
Serokomarê Ekvadorê Guillermo Lasso piştî bûyeran danê sibê biryarnameyek îmze kir û ji ber aloziyên giran ên navxweyî li hemû girtîgehên welêt ji bo 60 rojan rewşa awarte hat ragihandin.
Wezîrê Karên Hundir ê Ekvadorê Juan Zapata piştî ragihandina Rewşa Awarte daxuyanî da û diyar kir, 2 hezar û 700 kesên ku ji Hêzên Çekdar ên Ekvadorê û hêzên ewlehiyê pêk tên mudaxeleyî Girtîgeha Litoralê kirine.