PeyamaKurd – Deriyê Sînor ê Şûşmê yê li Helebceyê ye ji îro pê ve ji geştiyariyê re hat vekirin.
Deriyê sînorî ku berê ji deriyên bazirganî re hatibû vekirin, di encama danûstandinên ligel rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê de, ji geştiyariyê re jî hat vekirin.
Li gor zanyariyan, deriyê sînorî bi merasîmeke fermî bi amadebûna Parêzgarê Helebce û berpirsên Îranê hat vekirin û welatiyên her du welatan wê derbas bibin.
Deriyê sînorî yê di nav sînorê bajarokê Tewêle de ye û 32 kîlometre dûrî navenda bajarê Helebce ye, deriyê sînorî ber bi bajarokê Nosûd ê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve tê vekirin.