PeyamaKurd – Tirkiyê di rêya deriyê sînorî yê Girê Sipî û Bab El-Hewa re, zêdetirî 360 penaberên Sûrî dersînor kirin.
Malpera “North Press” diyar kir, desthilata Tirkiyê do Sêşemê 5ê Îlonê, zêdetirî 120 penaberên Sûrî di rêya deriyê Girê Sipî re û 240 penaber di rêya deriyê Bab El-Hewa re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî Polîsa Leşkerî kirin.
Demek e hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.
Li gorî çalakvanan, proseya dersînorkirinê, piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên tê kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.
Hat zanîn, tenê di 5 rojên destpêkê yên meha Îlonê de, desthilatên Tirkiyê zêdetir ji 1900 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.