Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Brîtanyayê civiyan: Rewabûna Kurdistanê ji hilbijartinan tê

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Brîtanyayê civiyan: Rewabûna Kurdistanê ji hilbijartinan tê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 23yê Tebaxê li Hewlêrê bi Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karûbarên Ewlehiyê Tom Tugendhat û şanda ligel wî re civiya. Nêçîrvan Barzanî di civînê de got, "Herêma Kurdistanê rijd e hilbijartinan li dar bixe."

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de "Rûdanên dawî yên şerê li dijî terorîstan, metirsiya DAIŞê, hilbijartin û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê" hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, koça neyasayî ya ber bi Brîtanyayê ve û têkoşîna li dijî kirîn û firotina madeyên hişbir jî hate kirin û hate gotin, ji bo ku koçberiya neyasayî kêm bibe tekezî li ser girîngiya hevkariyên hevbeş ên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişber a li herêmê, hevkariyeke hevbeş pêwîst e û divê ji bo wê armancê gavên pêwîst bên avêtin.

Derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de jî her du alî li ser girîngî û pêwîstiya bihêzkirina yekrêzî û yekhelwestiya navxweyî û lidarxistina hilbijartinan hemfikir bûn.

Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê li ser lidarxistina hilbijartina rijd e û da zanîn: “Rewabûna Herêma Kurdistanê ji hilbijartinan tê.”