PeyamaKurd – Serokwezîrê Cezayîrê Eymen Bin Abdurrahman ragihand ku bi Tûnisê re di cûre sektoran de 26 peyman îmze kirine û van peymanan di navbera Cezayîr û Tûnisê de pêngavekî rasteqîneye. Li gor daxwuyaniya serokwezîtriya Cezayîrê; serokwezîr Bin Abdurrahman û hemkarê wî yê Tûnisê Ahmed el-Haşşani civîna xwe ya 22em bi dawî kirine.
Bin Abdurrahman got ku di seha enerjiyê, sanayî, bazirganî, tûrîzm û bi veberhênanê re, di seha çandê, dîjîtalîzebûn, avahî, ciwanî, spor, perwerda meslekî, xebat û di sehayên din de 26 peyman îmze kirine.
Li gor Bin Abdurrahman; bazirganiya navbera her dû dewletan %54 zêde bûye.