PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Înê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku 6 kesên din ji ber vîrusê wefat kirine û 458 kes jî pê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, bi wefata 6 kesên din re hejmara mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê gihîştiye 4 hezar û 396 kesan.
Herwiha hat diyarkirin ku hejmara pêketinan jî gihîştiye 179 hezar û 716 kesan û 167 hezar û 726 kes jî heta niha baş bûne.