PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, wan li ser bingeha berjewendiyên hevbeş ligel wan welatan pêwendiyên dîplomatîk danîne û destwerdanê di karûbarên navxweyî yên ti welatekî de nakin û di paşerojê de jî destwerdanê nakin.
Heftemîn Kongreya Balyozan ku bi beşdariya balyozên Iraqê li navxwe û derve hatiye organîzekirin, li Bexdayê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, bi dirûşma "Dîplomasiya Iraqê - Pêwendiyên Navdewletî yên Hevseng û Geşepêdana Aborî ya Domdar" destpê kir.
Wezîrê Karên Derve Huseyîn di kongreyê de daxuyaniyek da û diyar kir, hikûmeta bi serokatiya Sûdanî xurtkirina têkiliyên bi welatên cîran û herêmê re yek ji armancên xwe yên sereke cih girtiye û wiha got: "Iraqê têkiliyên xwe yên dîplomatîk li ser esasê berjewendiyên hevpar ava dike û siyaseta wê ya derve siyaseta wê ya navxweyî nîşan dide."
Wezîr Husên got, Iraq destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên ti welatekî de nake û em dixwazin bi welatên navçeyê re pêwendiyên baş hebin.
Wezîr Huseyîn bal kişand ser şerê Îsraîl û Hamasê ku ji 7ê Cotmehê û vir ve dewam dike û wiha got: "Berjewendiyên welatiyan û dûrxistina welat ji her cure şer û pevçûnan ji karên sereke yên hikûmeta niha ya Iraqê ye."
Herwiha eşkere kir, “Hin tehdîdên piştî şer dibe ku herêmê bikşînin nav şerekî nû; divê em ji bo ewlehiya hevpar bi hev re bixebitin."
Fuad Husên di nirxandina xwe de banga rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazzeyê kir.
Huseyîn got, “Helwesta Iraqê derbarê şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de nehatiye guhertin. Iraq piştgiriya mafê çarenivîsa gelê Filistînê dike."