PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabît Ebasî îro 5ê bi serdaneke fermî gihîşt Enqereyê û ji aliyê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler ve hate pêşwazîkirin. Ebasî bi vexwendina Yaşar Guler çû Tirkiyeyê li Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê bi hemkarê xwe re civiya.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, ji bilî mijarên leşkerî yên di navbera herdu aliyan de, mijarên herêmê û mijara pîşesaziya leşkerî jî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî medya Tirk wezîran herwiha pêwendiyên bihêz ên cografî û biratiya herdu welatên cîran anîne ziman û girîngiya têkoşîna dijî terorê û gavên ji bo parastina sînoran bên avêtin gotûbêj kirine.
Yaşar Guler li ser bûyera şewata Hemdaniyê jî ji bo gelê Iraqê sersaxî daye Ebasî.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, hebûna PKKê li Iraqê bandoreke neyênî li pêwendiyên herdu welatan ên li ser ewlehiyê de dike.