Wê WhatsApp bê înternet jî bixebite

Wê WhatsApp bê înternet jî bixebite

PeyamaKurd- Hate ragihandin, nûkirinek di sepana WhatsApp a ji aliyê bi milyaran kesan ve li seranserê cîhanê tê bikarînan, dikeve meriyetê.

Bi vê nûjenkirinê re wê bikarhêner dosye û wêneyan bêyî hebûna înternetê jî bikarin bi rêya bijardeya ‘Kesên Nêzîk’ ji hev re bişînin.

Hate zanîn ku dê ev taybetmendî wekî sepana Android a Nearby Share û Airdrop a Apple bixebite.

Wê çawa pêk bê?

Li gorî zanyariyan niha li ser xebat tê kirin ku bijardeya ‘Kesên Nêzîk’ li WhatsAppê bê zêdekirin. Tê gotin ku dê şandina dosyeyan ji serî heta serîyê din şifrekirî be û telefona bikarhêneran jî heta barkirin bidawî bibe dê veşarî bimîne.

Ji bo bikaranîna vê sepana nû pêwîste bikarhênerên Whattsappê hemû destûrên pêwîst ên gihandina medya û torên wekî Bluetooth û şûncihê xwe bidin.