PeyamaKurd – Li Duhokê, ciwanê ji navçeya Çelê a Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Rojhat Akinlar dema kar ji avahiyekê ket xwarê û can da.
Li gor zanyariyan, bûyer do Pêncşemê 15ê Tîrmeha 2021 û bi sedema ku werîsê li pişta Rojhat Akinlar girêdayî qut bûye çêbûye.
Ew ciwanê Colemêrgî, piştî ku ji avahiyê dikeve xwarê, di cih de can dide.
Cenazeyê wî ji bo nexweşxaneyê û paşê ji bo Pizişkiya Dadê ya Duhokê hatiye şandin.
Rojhat Akinlar, li Duhokê di wê avahiyê de wek karker kar dikir.
Polîs derbarê bûyerê de tiştek negotiye û cenazeyê Rojhat ji bo veşartinê dê bo gundê wî li navçeya Çelê ya Colemêrgê bê veguhestin.
Rojhat ji gundê Marûfan ê navçeya Çelê ye û berî demekê ji bo kar hatibû Başûrê Kurdistanê.