Sîrwan Barzanî: “Di destê me de agahî hene ku wê ISID êrîsan bike

Dîroka Weşanê :
Sîrwan Barzanî: “Di destê me de agahî hene ku wê ISID êrîsan bike

PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge yê cepha Mexmûr û Gwêrê Sîrwan Barzanî ragihand ku li ser sînorê navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê IŞİD xebatê dike û balê weha kişand ser mijarê:

“Di destê me de agahiyên îstîxbarî hene ku dê IŞİD êrîşên xwe zêde bike.”

Li deverên navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de valahiya asayîşê heye û IŞİD jê fêde dibîne û êrîşê ser Pêşmerge û artêşa Iraqê dike. IŞİD ê ji serê gulanê heya niha li Kerkûk, Diyala û gelek deverên din êrîşan kiriye.

Sala borî wezareta bergiriyê ya Iraqê û wezareta Pêşmerge biryarê dabûn ku 6 navendên koordînasyonê ava bikin. Navend dê Diyala, Kerkûk, Mexmûr, Musul, Erbîl û Bexdayê bihatina avakirin lê heya niha ti tevger tineye.

Di 2 ê gulanê de di bin serpereştiya serokwezîr Mustafa Kazimî de civînekî hat kirin û bo bicîhkirina biryarê axifîn. Barzanî dibêje ku heya niha ti biryar bicîh neanîne.