Di operasyona hêzên hikûmetê de 26 çekdar hatin kustin û 6 motorsîklêt hatin teqandin

Dîroka Weşanê :
Di operasyona hêzên hikûmetê de 26 çekdar hatin kustin û 6 motorsîklêt hatin teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Afganistanê di şerê Talîban û hêzên hikûmeta Afgan de, 26 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 6 motorsiklêtên bombebarkirî jî hatine teqandin.

Wezareta Berevaniya Afganistanê ragihand ku di operasyonên paqijkirinê yên hêzên xweparastinê ku li deverên Dand û Arxendab a girêdayî parêzgeha Qendehar hatine encamdan de, 26 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniya Afgan diyar kir ku 6 motorsiklêt ligel çekên li ser wan hatine teqandin.