Prens Hamza got: “Ez ê li ser ehda bav û kalan bimînim”

Dîroka Weşanê :
Prens Hamza got: “Ez ê li ser ehda bav û kalan bimînim”

PeyamaKurd – Dîwana qraliyeta Urdunê ragihand ku prens Haşim B. Huseyîn, Tallal B. Muhammed, Xazî B. Muhammed û Raşid B. Hesen li mala mamê Qral Abdûllahê II yem hatine cem hev û Hamza B. Huseyîn nameyekî îmze kiriye ku tê de destnîşan kiriye wê bi Qral Abdullahê II em re sadiq be û girêdayê fermana wî be. Prens Hamza di nameyê de weha gotiye:

“Min xwe bi destê qral ve berda. Ez ê li ser ehda bav û kalên me bimînim.”

Bo bi mijarê têkildar bibe, qral mamê xwe Hesen wezîfedar kiriye û dê prens jî li ser qaîde û asasên ku malbata qraliyeta Haşîmî daniye, bimîne.

Di sala 1999 an de berya qral Huseyîn bimre bi 3 hefteyan birayê wî Hasan B.Tallal ji welîehdiyê girtibûn û qral Abdullahê II ketibû şûna wî.

Di 3 yê nîsanê de rojnama Amerîkayê Washington Post ragihandibû ku bi sedema Prens Hamza B. Huseyîn û 20 kesên din bo îstîqrara Urdunê tehdîdin hatibûn binçavkirin lê serokerkanê Urdunê Tumgeneral Ahmed el-Huneyti ragihandibû ku wan kesî nexistine binçav lê jê xwestine ku dahatûya welat nexe talûkê.