PeyamaKurd – Rojnama Wall Street Journalê ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden ferman daye da Patriotên parastina sîstema hewayî, gelek alavên leşkerî û hêzên xwe ji herêma Kendava Basrayê rake û di vê çarçoveyê de ferman daye.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku vê biryarê bi sedema Erebistan zêdetir barê xwe hilgire, daye. Rojname di nûçeyê de ragihand ku berpirsekî di asta jor de gotiye 3 patriotan ji baregeha Prens Sultan ji deverê rakiriye. Pentagonê keştiyeka balafiran, sîstemên çavdêriyê û gelek hêzan ji Rojhilata Navîn biriye derveyê herêmê.
Di nûçeyê de te gotin ku dibe Amerîka wan hêzû alavên leşkerî ku ji herêmê vekişandiye li hemberê Rûsya û Çînê bicîh bike.
Şiroveyeka dinê ya WSJ ê ew e ku Amerîka hêzû alavên xwe vedikşîne da Erebistan barê bergiriya xwe bêhtir bigre ser xwe.
Amerîka her weha li rêyên ku deverên girîng yên stratejîk yên Erebistanê biparêze digere û tîmekî ava kiriye da lêkolînê bikin û dikare sîstema parastina hewayî bifroşe Erebistanê, tora îstîxbaratê fireh bike da parvebike û perwerda leşkerî ya îlawe bide Erebistanê.