Îsraîl di demeke kin de tedbîrên li dijî vîrusa Korona bi dawî dike

Dîroka Weşanê :
Îsraîl di demeke kin de tedbîrên li dijî vîrusa Korona bi dawî dike

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir, di demeke kin de, tedbîrên li dijî vîrusa Korona bi dawî dike. 

Hikûmeta Telavîvê, ji ber ku di meha Rêbandanê de hejmara rojane ya pêketinên vîrusa Korona 10,000 hezarî derbas kiribû, li seranserê cîhanê sê caran sînordarkirinên tund ragihandibû.

Li gor daxuyaniya rojana ya Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê, niha li seranserê Îsraîlê her roj bi tenê 10-15 pêketinên vîrusa Korona çêdibin. Nifûsa Îsraîlê, 9 milyon e 62 ji sedê wê nifûsê her du dozên derziyan jî li xwe dane.

Karbidestên Îsraîlê ji bo rê li ber belavbûna vîrusa Korona bigirin, dê dest bi belavkirina pasaporta kesk bikin. Bi plana nû bi tenê kesên bi vîrusa Korona ketine, yan yên derzî li xwe dane dê pasaporta kesk bistînin û ew kes dê karibin beşdarî konser, konferans û çalakiyên wek wê bibin.

Îsraîl her çiqas hin tedbîran radike jî li wir dê li deverên girtî mecbûrîyeta bo maskan bidome. Li Îsraîlê heta niha 840,000 kes bi vîrusa Korona ketine û 6,400 kes bi wê can dane.