Bi biryara Serok Barzanî hêzeke mezin a Pêsmerge kete bin banê Wezareta Pêsmerge

Dîroka Weşanê :
Bi biryara Serok Barzanî hêzeke mezin a Pêsmerge kete bin banê Wezareta Pêsmerge

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Piştevanî 1 a ku berê bi ser Yekîneya 80 ya Pêşmerge ve bû, li ser biryara Serok Mesûdr Barzanî ket bin banê Wezareta Pêşmerge.

Çavkaniyeke ji Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, piştî di karnameya Hikûmet Herêma Kurdistanê de biryar li ser yekxistina hêzên Pêşmerge biryar hatibû dayîn û hêzên Pêşmerge bikevin bin banê Wezareta Pêşmerge, li ser biryara Serok Mesûd Barzanî hêza Fermandariya Hêzên Piştevanî 1 ku berê di bin hêza Yekîneya 80ê ya Pêşmerge bûn, ketiye bin banê Wezareta Pêşmerge.

Hat diyarkirin, li ser biryara Serok Mesûd Barzanî, Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya 1 Sîhad Barzanî ji bo veguhestina proseya wê hêzê ligel Wezareta Pêşmerge dest bi xebatan kiriye.

Hatiye destnîşankirin ku roleke baş a Sîhad Barzanî hebûye ji bo destpêkirina wê proseyê û bi zûyî temam bibe.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî piştevaniyê li yekxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.