PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 sietên dawiyê de 4 kes ji ber Kovid-19 ê wefat kirine û 268 kes testên wan posîtîv derketine. Rêjeyên wezaretê yên ser tabloya Kovid-19 ê wehanin:
172.751 test heya îro posîtîv derketine.
4.312 nexweş heya îro wefat kirine.
159.988 nexweş heya îro baş bûne.
4 nexweş îro mirin.
268 testên îro posîtîv derketin.
654 nexweş îro baş bûne.
Îro 268 kes bi nexweşînê ketine, ji wan 26 kes li Hewlêrê, 65 kes li Silêmaniyê û 177 kes li Duhokê ne.
Nexweşên di nav 24 sietên dawiyê de wefat kirine, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Germiyanê ne.