PeyamaKurd – Wezîrê Tevgera Sedir a Muqteda Sedir rêbertiya wê dike, Salih Mihemed Iraqî îro Yekşemê peyameke nû belav kir û diyar kir, ew daxwazin Iraqeke bê milîsên çekdar ava bikin û divê çek di destê ti kesekî neyasayî de nebin.
Salih Mihemed got: “Werin ji bo Iraqeke nû ku ne bindestî, ne milîs, ne dagîrkerî, ne teror, ne gendelî, ne madeyên hişbir, ne çekê nekontrolkirî û ne kesên hatin ezmûnkirin tê de hebin ava bikin.”
Herwiha wezîrê Sedir destnîşan kir: “Pêwîst e dadgeha dadperwer li Iraqê hebe û rêz li pêkhaeyan bê girtin û hikûmet jî xizmeta welatiyan bike.”
Doh 27ê Tebaxê jî Wezîrê Sedir di peyameke ser twitterê de ragihandibû, nabe ti aliyekî siyasî yên piştî dagirkirina Amerîka ya ji sala 2003yan ve beşdarî proseya siyasî ya Iraqê bûne, di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bibin û Tevgera Sedir jî di nav de.
Hêjayî bibîrxistinê ye, alîgirên Tevgera Sadir nêzî mehekê ye li ber parlamentoya Iraqê civiyane û xwepêşandanan dikin. Sedir daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext kiribû.