PeyamaKurd- Saziya El Ezher a Misirê, li hember êrîşa li Stockholmê ya li dijî Qurana Pîroz, bang li Mislimanan kir ku berhemên Swêdê boykot bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê medyaya civakî yê El Ezherê hat dayîn de çalakiyên provokatîf ên rayedarên Swêdê yên li dijî cihên pîroz ên Îslamê ku bi hinceta "azadiya derbirînê" tên kirin, bi tundî hatin şermezarkirin.
Hat diyarkirin ku helwesta Swêdê ya ku destûr da şewitandina Qurana Pîroz wekî "piştgiriya terorê û dijminatiyê" hat binavkirin de wiha hat gotin:
"Destûrdayîna van sûcdarên terorîst ku Quranê bişewitînin, tê wateya sûcê li dijî Îslamê, ol û gelên din. Êrîşên li ser Quranê lekeyek li ser eniya van civakan e û îsbat dike ku ew dûrî azadiya rastîn û rêzgirtina ji olan re ne.
Her wiha bal hat kişandin ser wê yekê ku li hember helwesta Swêdê ya li hember Quranê helwesteke bi biryar neyê nîşandan tê wateya "teşwîqkirina sûcdaran" û bang li welatên îslamî û erebî hat kirin ku li hember polîtîkayên Swêdê yên li hember misilmanan helwesta xwe bikin yek.