Hakan Fîdan: Hefteya bê Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê serdana Iraqê dike

Dîroka Weşanê :
Hakan Fîdan: Hefteya bê Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê serdana Iraqê dike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd de ragihand ku hefteya bê dê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokomarê Iraqê Hakan Fîdan diyar kiriye, Recep Tayyip Erdogan rijd e li ser serdana Iraqê û Serokomarê Iraqê jî kêfxweşiya xwe ji bo serdanê nîşan daye.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin, di civînê de herdu aliyan pêwendiyên dîrokî yên navbera herdu welatan gotûbêj kirine û tekezî li ser girîngiya karkirina ji bo bihêzkirin û pêşvebirin û berfirehkirina asoya hevkariyê di warên aborî, bazirganî, jîngehî û mijara av û enerjiyê de kirine, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên gelên Iraq û Tirkiyê bike.

Hate gotin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Serokomarê Iraqê re ragihandiye, tê çaverêkirin ku hefteya bê, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike û Serokomar jî hêviya xwe aniye ziman ku serdana wî bibe sedema bilindkirina asta pêwendiyên dualî.

Li ser serdana Erdogan bo Iraqê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Serokomarê Iraqê re gotiye, "Recep Tayyip Erdogan rijd e li ser serdankirina Iraqê, ji bo lipeyçûna kêşeyên niha ji bi wan dosyeyên ku di bernameya serdanê de heye" û Letîf Reşîd jî ji aliyê xwe ve, xweşhaliya xwe ji bo serdana Erdogan bo Bexdayê nîşan daye.