Hecî Mehmûd: Bastirîn çareserî ji bo Iraqê ew e ku bibe sê parçe

Dîroka Weşanê :
Hecî Mehmûd: Bastirîn çareserî ji bo Iraqê ew e ku bibe sê parçe

PeyamaKurd – Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd, li ser rewşa Iraqê axivî û got, tiştê niha li Iraqê heye, şerê merceyetê ye, ne şerê desthilat û hikumdariyê ye.

Hecî Mehmûd da zanîn, hewldaneke cîhanî heye ji bo derxistina Şîeyên Iraqê ji bin bandora merceyeta Îran û Qumê û niha li Iraqê tiştê ku tê kirin şerê merceyetê ye ne şerê desthilatdariyê ye.

Herwiha destnîşan kir, Iraq bi vê rewşa han re gelekî nikare berdewam be û egera bûyerên din yên mezin heye, lewre baştirîn çareserî ji bo Iraqê ew e ku, were parçekirin û bibe sê parçe.