TR KU SO
FB X
Aborî

Banka Navendî ya Brîtanya, biryara faîzê ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 20 adar 2026 00:03

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Îngîltere (Brîtanya) biryara xwe ya faîzê ragihand. Banka faîza xwe di asta % 3,75an de hişt an ku sabît hişt û neguhert.

4 sal û nîve ev cara yekeme ku banka biryarê bi yek dengî dide. Di biryara bankayê de gotina ‘daxistina faîzê’ ji metnê derxist û peyama ku ew li dijî talûkeyên enflasyona Rojhilata Navîn amade ne, da.

Komîta Siyaseta Pere (MPC) xwuyayiya enflasyonê û talûkeyên jeopolitik rave kir û biryarê da ku di faîza bankayê de guherînê neke.

Banka, rewşa Rojhilata Navîn û bihayên enerjiyê daîma dide ber çav û dişopîne. Serokê bankayê Andrew Bailey, behsa pêwendiya nermbûna di navbera siyaseta pere û hedefa enflasyonê kir û got ku dibe talûka mayînde ya enflasyonê hebe.

Divê banka li dijî talûkeyan karibe yekser bersivê bide.

Parve bike: