Bihayê petrolê daket nirxê beriya çar mehan
PeyamaKurd - Li bazarên navdewletî yên enerjiyê, piştî nîşanên erênî yên di dîplomasiya navbera Amerîka û Îranê de û vegerandina geşta keştiyên neftê li Tengava Hurmizê, bihayê petrolê jî daket.
Nirxê her bermîleke nefta Brent (UKOIL) bi rêjeya ji sedî 1,47 (%1,47) kêm bû û gihîşt asta 72 dolaran ku kêmbûn ji 27ê Sibata borî vir ve wekî kêmbûna herî mezin a bihayê neftê li bazarên cîhanê hat tomarkirin.
Bi bivikbûna rageşiya jeopolîtîk a li herêmê re ku berî niha bû sedema derketina bermîla petrolê bo 120 dolaran, cardin kêm bû û hat asta çar meh berê ango beriya şerê Îran-Îsraîl û Amerîkayê.
Sedemên sereke ketina bihayê neftê
Pêşveçûnên ku di çend rojên dawî de bandor li ser daxistina bihayan kiriye ku bi sê xalên bingehîn tê ravekirin.
Sedema herî mezin a vê kêmbûnê serkeftina danûstandinên nerasterast ên li Dohayê ye, ya duyem; Tengava Hurmizê gav bi gav ber bi asayîbûnê ve diçe û ya sêyem jî Amerîkayê dorpêça deryayî hinekî sivik kiriye û bi vê re jî hinardekirina petürola Îranê zêde bûye û stokên wê yên li ser deryayê 40 milyon bermîlan derbas kirine.