TR KU SO
FB X
Aborî

Bihayê petrolê piştî nûçeyên navbeynkariya Pakistanê daket

Admin H
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2026 11:37

PeyamaKurd - Piştî belavbûna nûçeyên di derbarê hewldanên Pakistanê yên ji bo navbeynkariya di navbera Amerîka û Îranê de, bihayê petrolê li bazarên cîhanê kêm bû.

Bihayê petrola Brentê ya Deryaya Bakur bi rêjeya ji sedî 4 daket û bû 96,78 dolar, herwiha petrola xav a Texasê jî bi rêjeya ji sedî 3 erzan bû û bi 89,31 dolarî hat firotin.

Li gorî gahiyan heger ev pêngava Pakistanê ya ji aliyê Çînê ve tê piştgirîkirin bi ser bikeve, wê hîn zêdetir bihayê petrolê li bazarên cîhanê dakeve. Lewra Pekîn ji ber xetereyên li ser Tengava Hurmizê û astengiyên bazirganiyê dilgiran e û li rêgehên enerjiyê aramiyê dixwaze.

Parve bike: