Aborî
Bo 3 heban dê 1,2 mîlyar dolar pere bidin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina rojnama South China Morning Postê; wê dewleta Endonezyayê ji Koreya Başûr 3 keştiyên noqavê bikire. Peyman di navbera şîrketa Koreyê ya bi navê Daewoo û hukumeta Endonezyayê de hat îmzekirin.
Merasima îmzeyê li Cawayê li bajarê Bandûngê hat kirin. Li ser navê Koreyê ji wezareta parastinê Wang Jung-hong tevî bernameyê bû. Endonezya berê jî di sala 2011an de 3 keştiyên noqavê ji Koreyê kirîbû.