TR KU SO
FB X
Aborî

Brîtanya hewl dide bazirganiya bi Kurdistanê re xurt bike

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2026 18:42

PeyamaKurd - Peywendî û Ragihandina Komelgeha Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê ragihandiye ku şandeke Brîtanyayê bi serokatiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley gihîştiye wî derîyî û ji aliyê serpereştê derî ve pêşwaziya wê şandê hatiye kirin.

Hate diyarkirin, “Di çarçoveya kar û bizavan de ji bo pêşxistina tevgera bazirganiyê û hevfêmkirina ji bo xurtkirina peywendiyên aborî, Serpereştê Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley û şandê ligel wî kir.”

Ragihandin û Peywendiyên Komelgeha Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl da zanîn, di hevdîtineke hevpar de danûstandin li ser çend mijarên giring ên bazirganiyê hatiye kirin.

Di civînê de bi hûrgulî behsa rewşa bazirganiya deverê, dîtina rêkarên nû ji bo zêdetir pêşxistin û hevahengiyê ligel welatê Brîtanyayê di warê lihevguhertina kelûpelan de hat kirin.

Parve bike: