TR KU SO
FB X
Aborî

Çîn derbekî li dolarê Amerîkî da

Admin M
Nivîskar
📅 14 adar 2019 04:23

PeyamaKurd- Çîn heyiyên xwe yên ku bi bihayên dolarêne, hêdî hêdî kêm dike û heyiyên bi zêran zêde dike. Çîn di meha sibatê de bi bihayê 179 mîlyon dolarî zêr kirî. Li gor rêvebiriya dowîz ya Çînê ku ragihandiye; di dawiya meha yekê de heyiyên zêrî yên Çînê 79 mîlyar û 319 mîlyon dolar bû. Di meha sibatê ev reqem giha 79 mîlyar û 498 mîlyon dolarî.

Daxwaza zêr di bazara dinyayê de her diçe zêdetir dibe. Di sala 2018an de %4 daxwaz zêde bûye. Di bankayên navendî yên dinyayê de stok gelek zêde bûne û û îsal %74 lê zêde bûye ku dike 651.5 ton zêr.

Li gor xezîna Amerîkayê dibêje; di destê Çînê de bonoyên xezîneyê bi hesabê dawiya sala 2018an bi bihayê 1 katrîlyon 1 trîlyon û 235 mîlyar dolarî heye.Di sala 2017an de ev rêje 700 mîlyar zêdetir bû.

Parve bike: