Çînê berê xwe da petrola Kurdistanê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku welatê Çînê dest bi xebatên teknîkî bo hilberandina petrolê li Kurdistanê kiriye û hewil dide kompaniya petrolê Gulf Keystone bikire.
Li gor nûçeya medya Amerîkî kompaniyên petrolê yên girêdayî dewleta Çînê dixwazin kompaniya Gulf Keystone ku li Kurdistanê xebatê dike bistînin û ji bo vê yekê jî pisporên xwe şandina kelgeha petrolê ya Şeyhan ku li Duhokê ye.
Kelgeha Şeyhan a petrolê rojane 40 hezar bermîla berhemanîna petrolê pêk tîne û kompaniya Gulf Keystone ya navend London, hewil dide ku sala bê rojane 55 hezar bermîlan û salên dahatû jî rojane 110 hezar bermîlan derxe.
Kompaniyên welatê Çînê CNPC û PetroChina xebatên xwe yên bo bi destxistina wê herêma petrolê berdewam dikin.
Hêjayî gotinê ye, kompaniyên Çînê Sinopec, CNPC û herwiha Exxon Mobil û Chevron a Amerîkî jî beriya niha diyar kiribûn ku ew dixwazin Gulf Keystone bikirin.
Gulf Keystone, îsal meha Îlonê 21,2 milyon dolar dahata petrolê radestî Herêma Kurdistanê kiriye.