Ciyê îxracata mişmişên Meletiyê di bazara dinyayê de daket %40an
PeyamaKurd – Serokê Ode ya Çandiniyê yê navça Yeşiyurt a bajarê Meletiyê Doğan Solmaz, ragihand ku her diçe ciyê bazara mişmişên hişkkirî yên Meletiyê, di bazara dinyayê de kêm dibe, li welatên Asya Navîn ji ber maliyeta hilberîna mişmişan kême, di bihayê mişmişan de zorê dide bazara Meletiyê. Solmaz got:
“10 sal berê li seranserê bazara dinayayê %85 pêdiviya bazara dinyayê bajarê Meletiyê dida. Niha îxracata me dadikeve heya %40 î. Di aboriya Meletiyê de berhema herî zêde cîh digre, îxracata mişmişên Meletiyê ne. Tirkiye di bazara mişmişên hişk de, bi Kazakistan, Kirgizistan, Özbekistan û Turkmenistanê re reqabetê dike, li van welatan maliyeta hilberîna mişmişan li gor Tirkiyê pir kêm e.
Di salên dawiyê de, kêmbûna hilberîne, asta bihayê mişmişan kirin ku muşterî berê xwe bidin wan welatan. Îxracatvanên me di herêmên serbest de fabrîkên tesnîfê û paketkirinê vekirin. Îxracatvan ji wan welatan mişmişan tînin fabrîkan û ji wê derê îxracê derve dikin. Ev jî zerarê dide îxracata mişmişên Meletiyê.
Mişmişên ku em bi 7 an 8 dolaran difroşin derveyê welat, welatên navborî bi 1,90 dolaran difroşin. Kî di şûna bi 1,90 dolarî mişmiş bikire, bi 7 an 8 dolarî mişmiş dikire?”