TR KU SO
FB X
Aborî

Di 3 mehan de îxracata tûrûncan ya Tirkiyê giha 697,7 milyon dolarî

Admin M
Nivîskar
📅 21 nîsan 2026 22:58

PeyamaKurd – Rêjeya îxracata tûrûncan ya Tirkiyê ya ji bo 3 mehan hat ragihandin. Li gor rêjeyê; di nav 3 mehan de, li gor her sê mehên salên borî îxracat %61 zêde bûye û reqem gihaye 697 milyon 678 hezar û 706 dolarî.

Li gor doneyên Yekîtiya Îxracatvanên Derya Sipî; îxracatvanên fêkiyên tûrûnciyan 565 hezar û 106 ton îxrac kirine lê îsal li gor heman demen sala borî 638 hezar û 442 ton îxrac kirine.

Di her sê mehên par de, bi 433 milyon 91 hezar û 663 dolarî mal îxrac kirine lê îsal bi 697 milyon 678 hezar û 706 dolarî mal şandine derve.

Ji wan 429 hezar û 771 ton mandalina, 101 hezar û 247 ton limon, 63 hezar û 920 ton portakal, 43 hezar û 504 ton greyfurt şandine.

Parve bike: