Di 4 mehan de ji Rojhilatê Derya Reş bi 678 milyon dolarî îxracatê kirin
PeyamaKurd – Ji Rojhilatê Derya Reş ji bajarên Trabzon, Rize, Artvin û Gumuşhane di 4 mehên ewilî yên sala 2026an de, bi miqdarê 678 milyon 195 hezar û 893 dolarî îxracat hat kirin.
Li gor sala borî, miqdarê îxracata îsal zêde bûye û aboriya herêmê geştir kiriye. Îxracata herî zêde ji bajarê Trabzonê hat kirin ku miqdarê wê 501 milyon 108 hezar dolar e. Rize bi 82 milyon 942 hezar dolarî, Gumuşhane bi 61 milyon 928 hezar dolarî û Artvin bi 32 milyon 218 hezar dolarî di pey Trabzonê de tên.
Para herî zêde ya di îxracatê de ya bindeqaye ku dike 352 milyon 720 hezar dolar. Maden, metal, berhemên avê, berhemên heywanan û meywe û sebze berhêmên îxracatê ne.
Berheman îxrac kirin 107 diwêlan ku di nava wan de Îtalya, Almanya, Fransa, Rûsya, Gurcistan bazarên herî mezin in.