DYA, 35 dezge û kesên bi Îranê re têkildarin xist lîsta reş
PeyamaKurd – DYA derbekî dinê li Îranê xist. Wezareta Xezînê ya DYAyê berê dest danîbû ser perê kripto yê Îranê yê bi miqdarê 344 milyar dolarî.
Niha jî wezareta xezînê ya DYAyê sîstema banka siyê ya Îranê kir hedefa xwe û 35 dezge û kesî yên bi Îranê re têkildar xist nav lîsta reş
Dezge û kesên navborî yên bi Îranê re têkildar ji bo finansa artêşa Îranê hêsankariyê dikin ku Îran karibe bi deh milyon dolaran karên pera bike.
Dezge û kesên DYA ew xistin nav lîstê, sîstema banka siyê îdare dikin, dikin ku Îran nekeve ber givaşan û hêsankariyê dixin karê perê Îranê
Hat gotin ku ew dezge û kes ji bo artêşa Îranê, xwe digihînin sîstema fînansê ya navdewletî, dikin ku ji firotina petrolê pere bistînin, dikin ku ji bo sîstema fuzeyan û çekan alavan bikirin û pere dişînin ji bo grûbên wekîl ên Îranê.
Wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent ragihand ku ew dezge û kes ji ber destekê didin Îranê bi her awayî di bin talûkê de ne.